Avahiya ku wekî Mala Dengbêjan tê bikaranîn, maleke kevn a Amedê ye û ji 100 salan kevntir e. Li wê malê du odeyên mezin û hewşa wê ji hêla Mala Dengbêjan ve tên bikaranîn. Ji ber ku
havînê hewa germ e, dengbêj hewşa malê ya hênik bi kar tînin. Her roj li dora 10-15 dengbêj têne serdana Mala Dengbêjan û dengbêjiyê dikin. Lê di demên taybet ên wekî festîvalan de ev
hejmar dibe 30 û carnan jî zêdetir.
Dengbêjî û Çanda Dengbêjiyê
Peyva "Dengbêj"ê peyveke pêkhatî ya kurdî ye û ji peyvên "deng" û "bêj" ango "gotin"ê pêk tê. Dengbêj ew kes in ku trajedî, xemgînî, şadî û hest û hêmayên din bi hestiyarî dihonin, bi
rîtm û melodiyê dixemilînin, bi sêra muzîkê digihînin û radigihînin. Dengbêjî çandeke kurdî ye û ya kurdan e. Ji kesên ku ziman, çand, dîrok, wêje û muzîka kurdî heta îro anîne re
"dengbêj" tê gotin. Dengbêj ne tenê stranbêj û çîrokbêj in; her wiha ragirên çanda kurdî, wêjeya devkî ya kurdî û dîroka kurdî ne. Dengbêj hiş, bîr û ozanên gelê kurd in.
Dengbêjan bi bîra xwe ya xurt û şêweyên vegotinê gotinên wekî "peyv diçe nivîs dimîne" ku derbasî ferhenga sosyolojiya cîhanê bûye, pûç derxistiye. Ew ne tenê hunermendên dengî ne; her
wisa ragihînerên efsane û destanan in, bûyernûs, helbestvan, bestekar û zîrekên muzîkê ne. Dengbêj "Homeros"ên kurdan in. Di kilamên xwe de qala hemû toştên têkildarî mirovahî û jiyanê
dikin. Hemû mijarên têkildarî mirovan bi awayekî hunerî vedibêjin û radigihînin.
Yek ji xalên girîn ên derbarê dengbêjan de ew e ku piraniya wan mêr in. Her çend piraniya dengbêjan mêr bin jî, dengbêj in jin ên navdar û girîng ên wekî Gulêya jina Evdalê Zeynikê,
Meyremxan û Eyşe Şanê jî hene.
Demên Xebatê: Her roj di navbera demjimêrên 09.00-18.00an - Ji bilî rojên duşemê
Navnîşan: Cadeya Melik Ahmet, Taxa Ziya Gökalp, Sikaka Kılıççı, kêleka Mizgefta Behram Paşayî
Tel: 04122292034