Li ser potansiyela turîzma Amedê axivîn

Panela DÎSÎADê ku bi piştgiriya Parêzgeriya Amedê û Şaredariya Bajarê Mezin hate lidarxistin li Otêla Hilton Garden Innê pêk hat. Parêzgarê Amedê Mustafa Kiraç, Şûngira Şaredarê Bajarê Mezin Hafîze Îpek, Hevnamzetê Şaredariya Bajarê Mezin Firat Anli, parlamenterên AKPê, Serokê TURSABê Başaran Ulusoy, Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiya Amedê Ahmet Sayar, Serokê DOGÛNSÎFEDê Şahismaîl Badirhanoglu, nûnerên rêxistinên pêşiyê, karsaz û gelek kes beşdarî vê panelê bûn. Panel bi stranên Kurdî û Tirkî yên Orkestraya Ode ya Tîgrîsê dest pê kir û pê re Serokê DÎSÎADê Burç Baysal axaftina destpêkê kir. Baysal, da zanîn ku ji ber şer û xebatên nebes ên binesaziyê di nava 20-30 salan de ligel ku bi navê geşedanê gelek pakêt hatin aşkerekirin jî lê belê li herêmê ji bilî çend kargehan tu tişt nehate kirin. Baysal diyar kir ku îro li herêmê di herdu waran de pêşveçûn hene û got, “Hema qeçine/qene em di pêvajona aştiyê de ne.” Baysal destnîşan kir ku ew dixwazin bi pêvajoya aştiyê re dixwazin aboriya têkçûyî ya herêmê dîsa bînin rojevê û got, ji bo pêçana birînan barekî gitan dikeve ser milên turîzmê jî. Baysal weha axivî, “Bandoreke mezin a turîzmê li ser geşedana aborî heye, ji gund heta bi bajaran ji mezaxtin heta bi berhemhênanê bandora wê li ser hemû herêmê heye.” Divê geşta ezmanî ya Amed-Hewlêrê dest pê bike Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiya Amedê Ahmet Sayar diyar kir ku ligel ku Amed xwedî zerengiyeke berfireh a aboriyê ye jî cihê heq dike bi dest nexistiye. Sayar bal kişand ku par li dora 20 hezar geştyarî serdana Amedê kiriye û weha domand, “heke salane 1 milyon turîst bêne Amedê ev tê wê wateyê ku 1 milyar dolar tê Amedê. Zerengiya Amedê heye ku salane 5 milyona turîstî vehewîne. Ji bo ev zerengî berfireh bibe dê balafirgeha Amedê bo hatinçûyinên navneteweyî bête vekirin. Divêt geşta asmanî ya Amed-Hewlêrê bête destpêkirin.” Me der barê sûran de hişyariyek çêkir Hafîze Îpekê bi kurdî amadebûyiyên panelê silav kirin û got, “Nasnameyên bajaran hene û ew bi wê têne nasîn” û bal kişand ku raboriya dîrokî ya bajêr, tevna wî ya civakî, potansiyela ekolojîk û cihê wî yê jeopolîtîk li ser rûyê erdê xwedî pûkepêdaneke girîng e. Îpek, bi bîr xist ku Şaredariya Bajarê Mezin vîzyonek daye ber vî bajarî û wan jî di çarçoveya vê de planeke avadeniyê ya ku Sûr û Baxçeyên Hewselê bi taybetiyên xwe li ber çavan digire daye ber xwe. Îpekê da zanîn ku hişyariyek derbarê Sûran de çêbe wan daxwaz ji Serokomar Abdullah Gul kiriye da ku sûran bigire nav Lîsteya Mîreteyên Cîhanê ya UNESCOyê û got, Şaredar Osman Baydemîr ji bo vê daxwazê bi pêşkêşiyeke 21 bendî çûye Koçka Çankayayê. Îpekê weha got, “12ê Berfanbara 2011ê ew bo Serokatiya Cihî hatiye wezîfedarkirin, plana rêveberiya cihî hatiye amadekirin û xebatên teknîkî hatine destpêkirin.” Hafîze Îpekê ev pêvajo weha vegot, “Di vê çarçoveyê de, me li gorî krîterên Çanda Cîhanî ya UNESCOyê pêşdosyeya xwe di îlona 2013ê de di ser Wezareta Çand û Turîzmê re pêşkêşî Sekreteryaya UNESCOyê kir. Pisporan dest bi nirxandina dosyeyê kir û me sibata 2014ê jî di ser heman rêkê re dosyeya esasî pêşkêşî UNESCOyê kir.” Îpekê da zanîn ku wek Şaredariya Bajarê Mezin ji bo ev mîrateya mezin a mirovahiyê bê parastin çi ji destê wan were ew ê tê de texsîr nekin. Îpekê hêvî kir ku encamên ji vê civînê ji bo geşedana turîzmê bajêr bibe wesîleyeke baş. Parêzgar Mustafa Cahît Kiraç jî diyar kir ku ji bo mîrateya çandî ya şênber û razber derkeve pêş hewldanên wan hene û behsa xebatên xwe kir. Piştî axaftinên vekirinê Serokê Beşa Avedanî û Bajarvaniya Şaredariya Bajarê Mezin



Ev naverok di 22.04.2014 de li beşa Güncel hatiye weşandin