Amed, li Pêşangeha Berlînê hate nasandin..
Amed, li Pêşangeha Berlînê hate nasandin..,amed,li,pêşangeha,berlînê,hate,nasandin

Pêşangeha Turîzmê ya Berlînê ku îsal bo cara 48ê li dar ket ku 180 welat tê de hatin danasandin û malovaniya 11 hezar fîrma û 180 hezar profesyonel û 7 hezar rojnamevanan kir, bo cara yekê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî delîve dît ku tê de xwe bide nasandin. Serokwezîra Alman Angela Merkel beşdarî vekirina fuarê bû û Şaredariya Amedê bajarê xwe bi beşdarên welatên cur bi cur da nasandin û ew vexwendin da ku bên li deverên geştyarî yên Amedê bigerin. Şanda Amedê bi rayedarên Midûrtiya Turîzmê ya Herêma Kurdistanê ku wan jî li wir stand vekir re hate ba hev û aliyan çavpêketinek di nava xwe de pêk anî. Bi beşdariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Ajansa Geşedanê ya Qerejedaxê, Parêzgariya Amedê û pêkhateyên sîvîl ên Amedê li Pêşangeha Turîzmê ya Berlînê standa Amedê hate danîn. Ji bo serdanerên standê bi CD, broşûr û kartpostalan bajêr hate danasandin. Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Fahrettin Çagdaş û cîgirê wî Zulfî Atli ligel Koordînatorê Turîzmê Metîn Ozçelik beşdarî fuarê bûn. Çagdaş diyar kir ku beşdarbûna Amedê ya fuarê ji bo nasîna bajêr a di qada navneteweyî de pir girîng e û ji bo aliyên turîst ên bajêr balê bikêşin ev gavên weha girîng in. Çagdaş da zanîn ku fuar ligel nasandina bajêr û geşedana turîzmê her weha ji bo hevkariya civakî û çandî jî dibe alîkar û weha axivî, “Fuar ji bo nasîna çand û erdnîgariyên cuda hişyariyekê bi mirov re çêdikin. Di vî warî de ji bo trenda turîzmê vê ezmûneke baş daye me.” Çagdaş aşkere kir ku di fuarê de ligel beşdarên pispor, oeratorên girîng ên geşt û guzarê hevdîtin pêk anîne û ji wan daxwaz kiriye ku bêne bajêr û ezmûnên xwe gel wan parve kirine. Kêşeya xelet-têgihîştinê heye Çagdaş bi bîr xist ku Amed di warê zerengiya bicîbûnê de têrê nake û got, ji ber vê jî li herêmê buhayê xaniyan giran e ku ev jî hêza hevrikiya kêm dike. Çagdaş, destnîşan kir ku turîstên xwecihî û biyanî bi rehetî û ewle dikarin li deverên turîztîk ên Amedê bigerin lê ji ber nûçeyên neyênî yên di medyayê de di wî warî de tengasî tê kişandin. Çagdaş bal kişand ku acentayên geşt û guzarê yên li Amedê heke planên xwe deynin û ligel operatoran têkiliyê xweş bikin ev dê bandoreke erênî li turîzma bajêr bike û got, pêdiviya bajêr bi balafirgeheke navneteweyî heye. Fahrettin Çagdaş diyar kir ku şîrket û saziyên ku li Amedê xebatên xwe dimeşînin divê di pêşangehên turîzmê de amade bibin û got, salên pêş jî ew ê di fuarên weha de beşdar bin. Amed xwedî gencîneyeke mezin e Çagdaş diyar kir ku turîzm sektora herî kêm mesref û zêde dahat e û weha got, “Amed li ser gencîneyeke mezin a turîzm û çandê dimîne. Divê sazî û şîrketên ku li Amedê bi karê turîzmê radibin budçeyekê ji vî karî re terxan bikin.”



Ev naverok di 22.04.2014 de li beşa Güncel hatiye weşandin