Amed dibe paytextê xwarinan
Amed dibe paytextê xwarinan,amed,dibe,paytextê,xwarinan

emîn Pêşbirka Xwarinên Andolu ya Navneteweyî ya Başûrojhilatê Anadoluyê ku Komeleya Aşpêj û Jiyandina Matbah-i Amîre ya Enqereyê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi hev re li dar xist û ji aliyê Komeleya Karsaz û Pîşesazên Amedê (DÎSÎAD) û Akademiya Îstanbul Kirtchen’s, Erstan Restoran Market Ankara, Metro û Masîvaniya Marîna ve piştgirî lê kirin, roja 19-20ê nîsanê li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate pêkanîn. Hevşaredar Gultan Kişanak û Firat Anli ligel Serokê Beşa Çand û Turîzmê Muharrem Cebe û Midûra Çandê Cevahîr Sadak çûn cem endamên jûriyê. Anli, kêfxweşiya xwe bi lidarxistina pêşbirkeke weha ya li Amedê derbirî û weha got, “Li vê cografyayê çêj û riyên cuda digihijin hev. Hûn hemî ser çavan hatin.” Anli da zanîn ku pêdivî bi organîzasyoneke weha heye û got, “Em pê xweş in ku fêdê wê ji çanda me re heye.” Kişanak jî da zanîn ku li vî bajarî tim çalakî hene lê ev çalakiya herî tahmxweş e. Serokê Komeleya Aşpêj û Jiyandina Matbah-i Amîre Gokhan Gumuş diyar kir ku ew ji bo piştgiriya pêvajoya aştiyê û sûddayîna çanda herêmê organîzasyoneke weha li dar dixin. Gumuş da zanîn wan dirûşma “herçend çêjên me ji hev cuda bin jî biratiya me yek e” ecibandiye û got, “44 jê endamên jûriyê, 140 şef ligel 270 beşdaran hatine Amedê.” Aşpêjan ligel hevşaredaran foto girt. Di çarçoveya vê pêşbirkê de 19ê nîsanê saet 20:00ê li Anfî Tiyatroya Sumerparkê hunermend Rojda konserek da. Her weha şeva 20ê nîsanê saet 20:00 jî li Otela Kervansaraya Amedê şeva galayê li dar ket. Aşpêjan sertîfîka beşdariyê û serkeftiyan jî madalyayên xwe wergirtin. Aşpêj û endamên jûriyê di bin serperiştiya Koordînatorê Tırîzmê ê Şaredariyê Metîn Ozçelik li deverên geştiyarî yên Amedê geriyan.



Ev naverok di 22.04.2014 de li beşa Güncel hatiye weşandin